Li navçeya Şêrawa ya Efrînê ji ber mayîna dagirkeran du kes birîndar bûn

Li gundê Kluteyê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê ji ber teqîna mayîna dagirkeran ji malbatekê du kes bi giranî birîndar bûn.

Li gundê Kluteyê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê ji ber teqîna mayîneke ji bermahiyên çeteyan ji malbatekê du kes birîndar bûn.

Teqîn îro di destên nîvro de pêk hat.

Di encamê de zarokê bi navê Remedan Mihemed Îlêwî (13) û apê wî 30 salî ku navê wî nehat naskirin, bi giranî birîndar bûn.

Her du birîndar ji bo nexweşxaneya Avîrn a Şehbayê hatin veguhstin.

Back to top button