Rûspiyên Holê: Em piştgiriya operasyona ‘Mirovî û Ewlehiyê’ dikin

Rûspiyên Holê piştgiriya xwe ji ‘Operasyona Mirovî û Ewlehiyê’ re ku Asayîşê bi piştgiriya QSD’ê û YPJ’ê li Holê daye destpêkirin, nîşan da.

Şêxê eşîra Xewatine Mihemed Ebod El Sultan der barê ‘Operasyona Mirovî û Ewlehiyê’ de wiha axivî:

“Em rûspî û şêxên eşîrên navçeya Holê bi giştî û şêxên eşîra Xewatine bi taybet piştgirî û desteka xwe ji ‘Operasyona Mirovî û Ewlehiyê’ re asayîşê li Kampa Holê daye destpêkirin, nîşan didin.

Ji ber ku ew hewl didin ewlehî û îstîqrarê li herêmê pêk bînin, bi taybet li kampê ku êdî mayîna li ber teqînê ye.”

Her wiha jî rûspiya eşîra Xewatine Hemîd El Receb li ser heman mijarê axivî û got:

“Em rûspiyên eşîra Xewatine û eşîrên li herêmê heyî nûçe û agahiyên dawîn ên ji Kampa Holê tên dişopînin.

Ji lew re em piştgiriyê didin operasyona Asayîşê da ku kamp were paqijkirin, çavkaniyên terorê werin ziwakirin.

Ji ber ku ev kamp ji kampên herî xeternak li herêmê ye ku tê de malbatên DAIŞ’ê yên terorîst hene.”

Niştecihên kampa Holê bi destpêkirina operasyonê re bi ewle ne

Back to top button