Dewleta Tirk a dagirker gundên navçeya Şêrawa, Til Temirê, Girê Spî û Kobanê bi obîsan topbaran kir.
Dewleta Tirk a dagirker gundê Bênê yê navçeya Şêrewa bi çekên giran topbaran kir.
Artêşa dewleta Tirk a dagirker gundên Zerê, Tepe Xanê, gundên Xanê û Silîp Qeran ên Girê Spî bi obîsan topbaran kir.
Dewleta Tirk a dagirker bi obîsan gundê Til El Leben ê navçeya Til Temirê jî topbaran kir.
Her wiha herî dawî artêşa Tirk nuqteyên hêzên hikûmeta Şamê yên li gundê Kor Elî yê bajarê Kobanê topbaran kir.