Êrişên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî dewam dikin.
Duh, gundên Şêrawa ,Kobanê, Til Temirê, Eyn Îsa careke din hatin topbarankirin.
Artêşa dewleta Tirk gundên Zirnaîtê û Meyasê yên navçeya Şêrawa topbaran kir.
Beriya wê jî gundê Zormixar û mezreya Ehmed Munîr yên Kobanê topbaran kir.
Heman dagirkerî gundê Gozeliyê yê navçeya Til Temir topbaran kir.
Gundên Seyda, Mielek û Dibis ên navçeya Eyn Îsa jî rastî topbaranê hatin.