Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan û Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê bang li gelê herêmê kir ku ji bo şikandina pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê serî hildin.
Endamê Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan parêzer Xalid Omer derbarê mijarê axivî û got :
“Pergala li Îmraliyê dûrî qanûn û rêgezên mafên mirovan ên delweta Tirk û cîhanê ne.
Siyasetên ku CPT dimeşîne cihê rexnê ye.
Ji ber misyona xwe bi cih nayîne.
“Li dijî tecrîdê serî hildin “
Endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Haşim Hiso got:
“Divê gel dest bi qonaxeke nû ya têkoşîn û berxwedanê bike..
Da ku tecrîda bişikîne û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk bîne.
Divê em têkoşînê xurt bikin, bi hev re dakevin qadan ..”