Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Cexûr Axîn re xwestin

Bi dehan Şêniyên kantona Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Cesûr Axîn re xwestin ku di encama êrişa hewayî de li çiyayê Kurdistanê şehîd bûbû.

Şehîd Xebat Bozî (Cesûr Axîn) di 8’ê vê mehê de li Herêmên Parastina yên Medyayê şehîd bûbû.

Endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê li gel şêniyên Kobanê çûn gundê Xedirbe ku li rojhilatê bajarê Kobanê ye û sersaxî dan malbata şehîd Cesûr Axîn.

Li konê sersaxiyê, hevserokê Akademiya Emgîhan Cûdî ya herêma Firatê Silêman Silêman axivî û got:

“Şehîd Cesûr wekî navê xwe bû û li hember zehmetiyan li ber xwe da.”

Silêman diyar kir ku şehîd Cesûr bi şehadeta xwe ji dagirkeriya Tirk re got tevî êrişên dijwar û çekên kîmyewî nikarin li hember Kurdan bi ser bikevin.

Bavê şehîd Cesûr, Mihemed Bozî jî destnîşan kir ku şehîd Cesûr Axîn ne şehîdê yekemîn e û ne jî yê dawîn e, ji ber vê divê gel xwedî li şehîdan derkeve.

Back to top button