Dagirkeran ji gundê Basofanê jinek Êzîdî bi giranî êşkence kir

Li Efrîna dagirkirî, di encama êşkenceyên giran yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de, jineke Êzidî felc bû.
Ji ber zexta dagirkeran û gefa zewaca bi darê zorê jî, jinek û keçek ji Efrînê reviyan.
Dagirkeran girên dîrokî yên navçeya Reco û Şera jî talan kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Sûrî ragihand ku di encama êşkenceyên giran û tund de jina Êzdî a bi navê Xezale Menan Selmo, bîra xwe winda kir.

4’ê kanuna derbasbûyî, çeteyan jina Êzdî ya (45) salî ya ji gundê Basofanê yû Şêrewa tevî 12 sivîl revandin.

Ji ber gefa zewaca bi darê zorê keçek û jinek ji Efrînê reviyan

Dagirkran bi armanca zewaca bi darê zorê a keçên Efrînê, gefa kuştin û revandinê li malbatan xwarin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên mirovan ragihand ku çeteyekî girêdayî koma bi navê Firqet El-Hemzat li malbateke Efrînî gefa revandina keça wan xwarin, ger ew pê re nezewic e.

Çete ji bo zextê li bavê wê bike du caran revand û 200 darên zeytûnê yên malbatê birîn.

Çavdêriyê da zanîn ku ji ber tirsa pêkanîna gefxwarina çete, malbat neçar ma ku keça xwe ji Efrînê birevîne.

Çavdêriyê diyar kir, ji ber zexta çeteyekî ji bo zewaca bi darê zorê s li taxa Mehmudiyê ya Efrînê jinek ji Efrînê reviya Şehbayê.

Hat diyar kir ku ew jin dayîka du zarokane û hevjînê wê heya niha di girtîgeha çeteyan de ye.

Dagirkeran girên şûnwarî yên navçeyên Raco û Şera talan kirin

Li aliyê din, çavdêriyê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk bi armanca dizîna şûnwarên Efrînê cihên dîrokî dikolin.

Hat ragihand ku çeteyan girê QeWaqê yê nêzî navendA navçeya Raco yê şûnwarî dikole.

Çavdêriyê da zanîn ku havîna 2019’an, çeteyan ev gir cara yekê koland û niha jî caraeke din bi alvên giran dikole.

Li navçeya Şera beriya çend rojan, çeteyan girê şûnwarî yê di navbera gundên Berava û Qerqîna çarek din bi alavên giran dikole.

Li gorî Rêxistina Mafên mirovan a Efrîn-Sûrî, çateyan di sala borî de zêdeyî 25 cihên şûnwarî û 15 cihên olîwêran û talankirin.

Back to top button