Li Rojava şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn

Bi boneya salvegera 8’an a Komkujiya Parîsê li Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa rêzeçalakî hatin li darxistin. Di çalakiyan de li dijî êrîşan peyama mezinkirina têkoşînê hat dayîn.

9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez bi komkujiyekê hatin şehdîxistin.

Ji bo bîranîna 3 jinên têkoşer û şemezarkirina komkujiyê, li bakur û rojhilatê Sûriyê çalakî pêk hatin.

Dêrik

Li Dêrikê Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star rêzesemîner li dar xistin.

Semîner li taxên Sûkê, Tecnîd û Şehîd Xebat hatin dayîn, bi dehan endamên Kongreya Star û endamên saziyên civaka sivîl tevlî bûn.

Di simînera taxa Sûkê de, endama Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Dêrikê Şadya Yusif axivî behsa berxwedana jinên berxwedêr û çalakiyên wan ên li qada Ewropayê kir û got:

Jinên berxwedêr bi fermana MÎT`a Tirk hatin şehîdkirin.

Şadya dawiyê bang li jinan kir ku asta têkoşînê ya li dijî dewleta Tirk a faşîst mezin bikin.

Çilaxa

Li navçeya Çilaxa jî, Kongreya Star bi heman armancê semînerek li dar xist.

Di semînerê de, endama Kongreya Star a navçeya Çilaxa Şîrîn Hesekî axivî û got:

Ş. Sakîne dev ji têkoşîn û tevgera xwe berneda û ji tevahiya jinan û gelên Kurdistanê re bû mînak.

Piştî axaftinê, sînevîzyonek girêdayî jiyana Sakîne Cansiz hate pêşandan.

Çend saniyan biherikîne

Girkê Legê

Kongreya Star a bajarokê Mistafewiyê a navçeya Girkê Legê jî, bi merasîmekê her 3 jinên têkoşer bi bîr anîn.

Li vir jî endama Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Girkê Legê Semîre Yusif axivî, da zanîn ku ew hêza xwe ji fikrên her 3 têkoşeran digirin.

Dawiyê, sînevîzyonek girêdayî têkoşîna her 3 têkoşeran hate pêşandan.

Back to top button