Serdozgeriya Giştî ya Qamişlo dişîne pey bazirgan “Ebû Dilo”

Îro roja Pêncşemê, Serdozgeriya Giştî ya bajarê Qamişlo, fermanek şand Asayîşê, da bazirganê bi navê “Fûad Mihemed Cemîl” û lawê wî “Heyder” bînin dadgehê.

Ev biryar piştî ku “Yekîtiya Parêzeran li Herêma Cizîrê” gilînameyek pêşkêşî serdozgeriyê kir, pêk hat.

Di gilînemayê de, “Fûad Cemîl” bi nasnav “Ebû Dilo” û kurê wî “Heyder” bi “binpêkirina biryara qedexeya derketina derve, tirsandina xelkê û nerihetkirina wan”, tê tewanbarkirin.

Berdevkê Serdozgeriya Giştî ya Qamişlo Ciwan Mistefa ji Ronahî TV re eşkere kir ku ” Îro 12 kesên sivîl û Yekîtiya Prêzeran a Qamişlo (170 Parêzer) bi tohmeta binpêkirina biryara qedexeyê û tirsandina xelkê li “Ebû Dilo û Heyder” gilî kir.

Her wiha got jî “Me ferman şand Asayîşê da herdû kesên navborî bînin cem me û em ê lêpirsînê derbarê tohmetên li ser wan dest pê bikin”

Mistefa da zanîn ku “Heta Asayîş herdû kesn bîne, wê rêkarên xwe bi cih bînin.”

Tê zanîn ku, sibeha roja Çarşemê xelkê Qamişlo li ser dengê bilind şiyar bûn, piştre hat zanîn ku şahiya lawê bazirganê bi navê “Ebû Dilo” ye.

Xelkê herêmê jî gelekî ji vê mijarê bêzar bûn û bi awayekî zêde li ser Medya Civakî hat belavkirin û daxwaza lêpirsînê hat kirin.

Ev bûyer di wextekê de hat ku li bajarê Qamişlo tevliheviyeke ewlehiyê di navbera Hêzên Asayîşê û Çekdarên “Dîfa El-Wetenî” yên Hikûmeta Şamê de rû daye û şêniyên herêmê gelekî tirsiyan.

Her wekî ku li gorî yasayên Rêveberiya Xweser ên ji bo Vîrûsa Corona nabe kombûyîn di çarçoveya Şahiyan de çêbibin.

Back to top button