Greva birçîbûnê a girtiyan di roja 42’an de didome

Greva birçîbûnê ya li zîndanên dewleta Tirk a li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan û binpêkirina mafên girtîyan di roja xwe ya 42’an de ye. Çalakiya Mexmûrê jî di roja 21’an de dewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku li girtîgehên Tirkiyê li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan û binpêkirina mafan di 27’ê Mijdarê de hatibû destpêkirin didome.

Çalakî bi koma 9’an di roja 42’emîn de dewam dike.

Girtiyan destnîşan kirin ku niha li 120 girtîgehan greva birçîbûnê ya bêdem û bi-dorveger didome û gotin:

“Divê li dijî faşîzmê xeta hevpar a têkoşînê bê avakirin, divê bi lez her kes bikeve nava hewldanan.

Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê di roja 21’an de didome

Li wargeha penaberan a şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) jî li dijî tecrîda li Îmraliyê çalakiya greva birçîbûnê li Komeleya Malbatên Şehîdan di roja 21’ê de dewam dike.

Çalakî ji aliyê koma 11’mîn ve hate dewrgirtin.

Li ser navê koma 11”an Cemîl Kara axivî û bal kişande ser berxwedana girtiyên li zindanan û got: ew ê ti car serî li hember hovîtiya dijmin netewînin.

Bi navê koma 10’an Bapîr Yildiz jî weha got:

Divê ev pêngav di çarçoveya berxwedana li zindanan û wargeha Mexmûrê nemîne. Pêwîste gelê me yên li Ewropa û her 4 aliyên Kurdistanê dest bi çalakiyan bikin.

“Divê daxwazên girtiyan werin qebûlkirin”

Hevserokên DBP’a Wanê jî diyar kir ku daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de meşrû ye û ew ê bi girtiyan re bin.

Gulderen Varli diyar kir ku ew bi girtiyan re ne û heta ku daxwazên girtiyan were bicihanîn ew ê têkoşînê bidomînin.

Hevserok Çetîn Ûyar jî bang li Wezîrê Edaletê yê Tirk kir ku têkeve nav hewldanan û daxwazên girtiyan qebûl bike.

Back to top button