PKK: Komkujiya Parîsê bi fermana Erdogan bi destê MÎT’ê hate kirin

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi boneya salvegera komkujiya 9’ê Çile ya 2013’an a Parîsê ku di encama wê de sê jinên şoreşger yên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji aliyê MÎT a Tirk de hatin şehîdxistin daxuyaniyek weşand.
PKK’ê diyar kir, di şexsê Sara, Rojbîn û Ronahî de êrîş li dijî xeta azadiyê ya jin hatiye kirin û got, “Em ê şehîdên xwe yên komkujiya Parîsê di azadiya Rêber Apo, di Kurdistana Azad de bidin jiyîn. Em ê weke gel û tevger li ser şopa şehîdên xwe yên leheng bi rengekî xurtir li ber xwe bidin û hê mezintir bi ser bikevin.”

Yek ji damezrînerê PKK’ê Sakîne Cansiz tevî Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan di 9’ê Çile ya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê bi fermana serokê desthilata faşîst a AKP’ê Erdogan bi destê MÎT’ê hatin şehîdxistin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi boneya salvegera 8’an a komkujiya Parîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

PKK’ê destpêkê her sê jinên şoreşger yên Kurd bi bîr anî û diyar kir di sala nehan a komkujiyê de wê ji kujerên faşîst hesab bê xwestin.
PKK’ê destnîşan kir ku komkujî bi fermana Erdogan hate kirin û wiha got,

“Komkujî ji hêla rêxistina îstîxbarî MÎT’ê hatiye plankirin û bicihanîn. Di komkujiyê de tetîkkêş Omer Guney hatibû bikaranîn. Omer Guney ku xwe weke ‘şoreşger’ nîşan dayî û ketî nav Tevgera me ya Azadiyê li Parîsê sê jinên Kurd ên şoreşger bi plankirî qetil kir.”

PKK’ê destnîşan kir ku komkujî ji aliyê Dozgeriya Fransayê de hatiye eşkere kirin û da zanîn, tevî ku di îdîanameyê de hatiye nivisîn jî, beriya ku dadgeh dest pê bike bi bîst rojan hatiye eşkerekirin ku kujer Omer Guney li girtîgeha ku lê dima miriye û doz hatiye xistin.

PKK’ê got,

PKK: Daraza Fransayê ji Kujeran hesab nepirsiye û hevkarê komkujiyê ye

“Bi vî rengî daraza Fransayê ji Hikûmeta Erdogan a kujer hesab nepirsiye û hewcehiyên dadmendiyê nehatiye bicihanîn. Daraza Fransayê bi vî rengî xwe kiriye hevkarê sûc.”

PKK’ê diyar kir êrîşa ku li dijî her sê jinên Kurd hate kirin di heman demê de li dijî Rêber Ocalan, Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê hate kirin û got,

“9’ê Çile 2013’an di şexsê hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî de êrîş li azadiya jinê, biratiya gelan û li mirovahiya azad hate kirin.”

PKK: Di sala 9’an a komkujiyê de wê berxwedan bê mezinkirin û hesab bê pirsîn

PKK’ê diyar kir ku heşt sal in li dijî hişmendiya ku komkujiya Parîsê pêk anîye têkoşîneke mezin hate dayîn û heta asteke girîng hesabê wê hat pirsîn.

Komîteya Rêveber a PKK’ê eşkere kir ku di sala 9’an de wê têkoşîna li dijî komkujiya Parîsê bi pêngava berxwedanê ya Dema Azadiyê ye li her deverê were mezinkirin û hesab ji kujeran were pirsîn.

PKK’ê bang li jin, ciwan û gelê Kurd kir ku di bi boneya salvgera komkujiya Parîsê beşdarî çalakiyan bibin.

Back to top button