Fermandarê CENTCOM’ê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike

Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê bi daxuyaniyekê ragihand, fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê CENTCOM, serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, General Erik Kurilla di serdana xwe de, bi Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’e re civiya û mijara têkoşîna li dijî DAIŞ’ê nîqaş kir.

Her wiha Erik Kurilla serdana kampên Hol û Roj kir û bi rêveberên her du kampan re hevdîtin kirin.

Ji bo şopandina pêşxistina rewşa jiyanî ya li kampan û pêvajoya vegerandina koçberan bo warên wan, Kurilla bi hin koçberên li kampan re jî hevdîtin kirin.

Erik Kurilla diyar kir, hwildanên wan ên vegerandina hemû koçberan bo welatên wan dewam dikin û ev yek jî, ji bo ewlehî û aramiya herêmê girîng e.

Kurilla: Heta bidawîkirina DAIŞ, em û QSD dê têkoşînê dewam bikin

Fermandarê CENTCOM’ê teqez kir, Amerîka, QSD û Koalîsyona Navdewletî têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ’ê bê dudilî dewam dikin û hewil didin rewşa mirovî ya li kampan jî çareser bikin.

Back to top button