Girava li Siwêdayê 4 roje berdewam dike

Li başûrê Sûriyê bangên hilweşîna Esed zêde dibin.
Gireva li Siwêdayê di roja xwe ya 4’an dewam dike.
Li Derayê jî banga guhertin siyasî tê kirin.

Gelê Sûriyê li dijî sîstema Dîktarorê gendel dengê xwe bilind dikin.

Li başûrê Sûriyê bi çalakî û giravan banga hilweşîa Esed û pêkanîna biryara NY’ê 2254 tê kirin.

Girava giştî ya li Siwêdayê di roja xwe ya 4’an didome.

Vê sibê şêniyên gundewarê Siwêdayê berê xwe dan bajêr û tevlî girevê bûn.

Riya di navbera Siwêda û Şamê ji aliyê çalakvanan ve hate girtin.

Her wiha avahiya Hizba Beas û çend saziyên din yên hikumetê girtin.

Bi hezaran ji şêniyan li qada Seyîr a ku bi navê qada Rûmetê tê nasîn kom bûn û mêtingek li dar xistin.

Di çalakiyê de pankertên ‘Na ji zilmê re, Na ji Gendeliyê re û Na ji Beşar El Esed re’.

Di çalakiyê de banga hilweşîna rêjîma Esed hate kirin.

Çalakvanan banga pêkanîna biryara NY’ê a 2254 kirin.

Li qada El Tişrîn çalakvanan wêne Beşar El Esed şwetiandin.

Li Derayê banga hilweîşa Esed hate kirin

Bi heman helwetê şevê din li gelek gund, navçe û bajarokên Derayê xwepêşandan hebûn.

Ev der bajarokê Seyda yê Derayê..

Şêniyan di mêtinga xwe de, banga hilweşîna rêjîma Esed, Aazadî û Rûmetê kirin.

Her wiha banga berdana girtiyên ku di girtîgehên hikumetê de ne, kirin.

Li bajarokê El Sehwa jî çalakvanan li ser dîwaran dirûşmeyên li dijî Esed û berdewamiya çalakiyên li dijî hikûmeta Şamê, nivîsandin.

Back to top button