Gireva Siwêdayê di roja 3’an de didome

Şêniyên Sûriyê êdî li ber Esed dengê xwe bilindtir dikin.
Gireva giştî ya li dijî hikûmeta Esed li Siwêdayê di roja 3’an didome.
Li Derayê hêzên hikûmetê hewl dan ku xwepêşandanên gel bitepsîne.

Piştî 12 salan ji şer, kuştin û koçberkirinê, hîn rêjîma Esed dev ji siyastên xwe bernedaye.

Şêniyên Sûriyê êdî hew dikarin hebûna Esed qebûl bikin.

Bi nivîsandina li ser dîwanran, belavkirina nameyan û xwepêşandanan banga hilweşîna rêjîma Esed dikin.

Gireva giştî ya li Siwêdayê ya li dijî kirîza aborî û paşguhkirina hikûmeta Şamê ji daxwazên gel re, di roja xwe ya 3’an de didome.

Ev der gundê Um El-Ruman ê Siwêdayê ye.

Gundiyan got ‘dema tirsê û rêjîma Beaisê bidawî bû’.

Li vir, xelkên gundên Siwêdayê berê xwe didin qada El Kerama.

Û li vir jî banga Hilweşîna rêjîma Esed dikin.

Banga pêkanîna sîstema ne-navendî, weke çareseriyekê dikin.

Her wiha banga pêkanîna biryara NY ya 2254 ji bo bidawîbûna şerê li Sûriyê dikin.

Li Dera hêzên hikûmetê êrişî xwepêşanderan kir

Şevê din li gelek navçe û bajarokên Derayê jî mêtingên gel hebûn.

Şêniyên bajarokê Newa yê Derayê li qada El-Dela kom bûn û bertek nîşanî rêjîma Esed dan.

Şêniyan di çalakiyên xwe de banga Azadî, Pêkanîna Dadwerîyê û hilweşîna Esed kir.

Hêzên hikumeta Şamê ji nuqteya xwe ya nêzî qadê gule berdan.

Piştî vê, di navbera komên çekdar ên herêmî û hêzên hikûmetê de, şerekî giran qewimî.

Her wiha hêzên Hikûmetê bi hawnan bajarokê Newa topbaran kir.

Tevgera “10’ê Tebaxê” li gundewarê Şamê li şêniyan belavok belav kirin.

Di belavokan de bang li şêniyan hat kirin ku li dijî rêjîma Esed serî hildin.

Back to top button