Leşkerên Tirk zarokek Efrînî li ser sînor kuşt

Leşkerên artêşa Tirk, zarokek Efrînî li ser sînor kuşt.

Li gorî ajansa Hawarê, leşkerên artêşa Tirk gule li hejmareke welatiyên ku hewl didin derbasî Tirkiyê bibin reşandin.

Di encamê de zarokê bi navê Hesen Cuma El-Hemed ê 16 salî hat kuştin.

Nayê zanîn bi ka sivîlên din birîndar bûne, yan na.

Li gorî çavkaniyên ji navçeya Cindirês a Efrînê, artêşa Tirk û çeteyên wê zextê li sivîlan giran dikin.

Çeteyan bi hinceta ku têkiliyên sivîlan bi Rêveberiya Xweser re heye, wan direvînin da ku fidyeyê ji malbatên wan bixwazin.

Li gorî ajansa Hawarê, 10’ê Cotmehê li navçeya Cindirêsê çeteyan şêniyê bi navê Xelîl Picalê revand.

9`ê Cotmehê li heman navçeyê jî, artêşa Tirk bi wesayîteke leşkerî pêl li kesê bi navê Idrîs Henan Hesen kir.

Hat zanîn ku di encamê de hestiyên ling û destên wî şikestin

Back to top button