Li herêmên hikûmetê xelk nikarin pêdiviyên xwe peyda bikin

Welatî li Herêmên Hikûmeta Şamê rojane derd û azarê peydakirina nanê rojê dikişînin. Benka Navendî ya Hikûmeta Şamê nirxê dolarê Amerîkî bi nirxê nû diyar kir ku her dolarek 6 hezar û 800 leyreyên Sûrî dike. Li aliyê din, gundewarên Heleb û Idlibê di encama topbarana nûqteyên hev de leşkerekî hikumetê û çeteyek hat kuştin.

Li Herêmên Hikûmeta Şamê nirxê dolarê Amerîkî zêdetirî 7 hezarî bû.

Tevî aloziya sotemeniyê, leyreya Sûrî her diçe nirxê xwe li hemberî dolar winda dike.

Liv û tevgera şêniyan, asta kirîn û fortinê li bazarên li herêmên hikûmetê kêm bûye.

Ji ber nepeydabûna madeyên Sotemeniyê û bêqîmetiya leyreya Sûrî, gazinên welatiyan û nerazîbûnên wan derdikevin..

Sotemenî li kaziyên hikûmetê nayê peydakirin, lê li sûka reş bi pereyên zêde tên firotin.

Li aliyê din, Benka Navendî ya Hikûmeta Şamê îro bi daxuyaniyekê nirxê leyreya Sûrî li hemberî pereyên dewletên biyanî eşkere kir.

Benka navendî diyar kir ku nixê her dolarekî dibe 6 hezar û 800 leyre û Yoro bi 7 hezar û 350 leyreyên Sûriyê.

Hikûmeta Şamê ji devêla ku çareseriyekê ji aloziyên heyî re bibîne, berovajî wê bi van biryarên xwe azarên şêniyan zêde dike.

Li gorî pisporên aborî, leyreya Sûrî hîn dê dakeve û aboriya Sûriyê dê zêdetir têk biçe.

Li Heleb û Idlib şer – leşkerek hikûmetê û çeteyek hatin kuştin

Di warê şer û topbaranê de jî alozî didome û li herêma “Bêçek” di navbera hêzên hikûmetê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de topbaran hebû.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, hêzên hikûmetê û çeteyan li gundewarên rojavayî Helebê û gundewarên Idlibê bi çekên giran navendên hev topbaran kirin.

Di encama van topbaranan de leşkerekî hikûmetê û çeteyek hatin kuştin.

Back to top button