Konferansa “Komara Demokratîk”

Di Konferansa Komara Demokratîk de têkoşîna jinên Kurd û femînîstan hate nîqaşkirin û îşaret bi têkoşîna femînîst û ya jinên Kurd û polîtîkayên kapîtalîst hat kirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Stenbolê li Navenda Çandê ya Cem Karaca bi sernavê ‘Komara Demokratik’ konferansek lidarxis.

Di roja yekem a konferansê de 4 panelên bi sernavên “Nirxandina 100’emîn Salvegera Komarê”, “Dînamîkên Avakirina Komarê-1”, “Dînamîkên Avakirina Komarê-2” û “Amûrên Komara Destûrî” hatin dayin.

Pervin Buldan: Komara demokratîk kilîta çareseriya hemû pirsgirêkan e

Konferansa ku 2 rojan dewam dike bi beşdariya zêdeyî 300 akademisyen, rewşenbîr, stratêj û siyasetmedaran bi rêve diçe.

Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan anî ziman ku mifteya çareseriyê ya hemî pirsgirêkan, komara demokratîk e û ev tişt got: Li Tirkiyê, kes xwe nade ber çareserkirina pirsa Kurdî.

Pirsgirêkên Kurdî qelşa herî mezin a di navbera komar û demokrasiyê de ye.

Rêyeke çareserkirina vê pirsê bi rêya demokrasiyê heye.

Aştiyeke mayinde dê ji bo demokratîkbûna komarê, roleke dîrokî bileyize.

“Têkoşîna Femînîst û ya xelasiya jinên Kurd nayên dîtin”

Akademîsyen Zerrîn Kûrtoglû,daxuyakirin ku divê komara Tirkiyê demokratîk bibe û wiha anî ziman: Ji bo ko komara Tirkiyê demokratîk bibe divê mirov hesabê sed salan bike.

Akademîsyenekê Aştiyê Ozgur Ozturk jî behsa bipêşveçûna kapîtalîzma bi sed salan a li Tirkiyê kir û got: Li Tirkiyê serweriyeke mezin a sermiyan heye.

Hem di warê bazirganî, pîşesazî û bankavanî hem ji li gelek cihan fona sermiyan derketiye holê.

Hulya Osman-oglû, jî da zanîn ku mijara jinan bi desthilatdariya AKP’ê re tim di rojevê de ye û ev tişt got: Îro bi destên AKP’ê, em rû bi rûyê niqaşa Destûra Bingehîn û Peymana Stenbolê dibin.

Têkoşîna femînîst û ya xelasiya jinên Kurd nayên dîtin.

Back to top button