Konferansa Komarê ya Demokratîk a ku bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê hatibû amadekirin, îro sibehê dest pê kir. Destpêkê Herdûhevserokên giştî yên HDP’ê axivîn û gotin: Riya demokrasiya li Tirkiyê bi çareserkirina pirsgirêka Kurd re derbas dibe.
Konferansa Komarê ya Demokratîk a ku bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê hatibû amadekirin, îro sibehê dest pê kir..
Konferans li Navenda Çandê ya li navçeya Bakirkoya Stenbolê hat lidarxistin.
Gelek nivîskar, rewşenbîr, siyaestmedar, akademîsyen, rojnamevan û gelek kesayetên bi bandor beşdar bûn.
Konferasê bi axaftina Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar dest pê kir.
“Pirsgirêka Kurd derizîna herî mezin a di navbera komar û demokrasiyê de ye”
Mîthat Sancar da zanîn ku ji bo ji krîzan re çaresereyekê peyda bikin û li kêleka hev bimeşin, ev konferansê hatiye organîzekirin û got:
“Armanca me ew e ku em komarek demokratîk, welatek azad, hemwelatîbûna wekhev, peymana jiyana bi hev re û peymana civakî ava bikin.”
Paşê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û beşdar silav kirin û got: “Em ê di pêvajoya pêş me de, konferansên Komara Demokratîk bi beşdariyên hîn berfirehtir bidomînin.
Encamên konferansê wê ji bo xebatên me yên piştî vê jî bibe çirûsk û em ê li pê vê şopê bimeşin..”
Pervîn destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd derza herî mezin a di navbera komar û demokrasiyê de ye û got: Eger em vê derizê bibînin, wê ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd, şansek çêbibe.
Piştî axaftinên vekirina konferansê, Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin bi riya dîmen beşdar bû.
Siyasetmedar Ahmet Turk: Divê Kurd û Tirk di nirxên demokratîk de kom bibin
Ahmet Turk diyar kir ku divê kurd û tirk di nirxên hevpar ên demokratîk de kom bibin û got: “Heger em bi rastî yekîtiyê dixwazin, divê em zanibin ku li ser esasê hemwelatîbûna wekhev li hev kombûn dê pirsgirêka Kurd çareser bike û demokrasiyê bîne Tirkiyê.”
Nivîskar û rojnamevan: Di vê pêvajoyê de lidarxistina konferansê girîng e
Nivîskar û rojnamevanên di rûniştinê de jî axivîn û destnîşan kirin ku di vê pêvajoya Tirkiye gihiştiyê de, lidarxistina Konseransa Komara Demokratîk girîng e.