Welîd Muelim: Tirkiyê bi dehhezaran çeteyên biyanî derbasî Sûriyê kirin

Wezîrê Karê Derve yê Hikûmeta Şamê Welîd El-Muelim Dewleta Tirk bi piştgiriya terorê tewanbar kir û destnîşan kir ku, vê dewleta derbasbûna bi dehezaran çete yên mîna “Nusra” û yên weke wê ji bo Sûriyê hêsan kir.

Di axaftina xwe di tora 75’an a kombûna “NY” de Welîd Muelim diyar kir ku, Dewleta Tirk siyaseta Tirkkirin û koçberkirinê didomîne û av ji ser Hesekê qut kir û ev jî sûcekî şer û li dijî mirovahiyê ye.

Muelim: Tirkiyê rewamendiya navdewletî winda kiriye

Her wiha Wezîrê Hikûmeta Şamê ragihand ku “Tirkiyê çeteyan ji Sûriyê dişîne Lîbyayê, serweriya Iraqê bin pê dike, kaxeza penaberan li dijî Ewropayê bi kar tîne û hewl dide enerejiya Deryaya Spî bidizie”.

Welîd El-Muelim got ku “Tirkiyê ji rewamendiya navdewletî derketiye û divê sînorek ji siyaseta wê re were danîn.”

Back to top button