Efrîn..Çeteyên dewleta Tirk ji gundê Maratê 4 kesên din revandin

Revandina sivîlan li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve bûye karekî rojan e.
Çeteyên dewleta Tirk careke din ji Efrîna dagirkirî, 6 welatî revandin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efîrn-Sûriye dagirkeran bi ser malên li gundê Maratê yê bi ser navenda Efînê de girtin..

Di encama vê serdegirtinê de çeteyan 4 welatî ji gund revandin.

Navê kesên hatin revandin jî wiha ye:

Elî Mihemed Îbrahîm(26), Mihemed Ehmed Eyûb (27), Hemyar Mihemed Qilêc (27) û Dilyar Betal Betal (27).

Hate diyarkirin ku dagirekran her çar ciwan birin navenda xwe çarenûsa wan nayê zanîn.

Çeteyên dewleta Tirk ji Bilbilê 2 kes revandin

Her wiha Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragiahand ku çeteyên dewleta Tirk welatî yên bi navên Elî Mihemed Xelîl (38) û Henan Bîlal (40) ji gundê Benderk yê li navêçeya Bilbilê ya Efrîna dagirkirî revandin.

Hate diyarkirin ku çeteyan her kes birin navenda giştî ya koma çete a bi navê Feyleq EL Şam.

Back to top button