Hêzên hikûmetê herêmên Idlib û Helebê topbaran kir

Hêzên hikûmeta Şamê herêmên Idlib û Helebê bi çekên giran topbaran kir. Li Şamê jî bombeyek bi otobuseke leşkerî de teqiya. Di encamê de leşkerek hate kuştin û 11 jî birîdar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku, hêzên hikûmeta Şamê derdora bajarokê Kefer Nûran ê li rojavayî Helebê bombebaran kir.

Di hemam demê de gundên Filêfilê, Benîn û derdora El-Fetîra ya li başûrê Idlibê jî bûn hedefa topbarana hikûmeta Şamê.

Vê sibê jî li bajarokê Marat Nasan ê li bakurê rojhilatê Idlibê teqînekê rû da.

Teqîn bi rêya droneke bombebarkirî de, pêk hat. Hat diyar kirin dron a komên bi ser Îranê ye.

Leşkerek hat kuştin û 11 jî birîndar bûn

Çavdêriyê ragihand ku li Şamê bombeyek bi otobuseke leşkerî a hikûmet Şamê ve ku berê hatibû danîn, teqiya.

Hate ragihandin ku di encamê de leşkerekî hikumetê hate kuştin û 11 leşker jî birîndar bûn.

Back to top button