Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Çalakiyan deriyê Îmraliyê li serdanê vekir

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li ser hevdîtina bi Ocalan re daxuyaniyek da.

Buryoyê dazanîn ku rewşa Ocalan û girityên li Îmraliyê başe.

Her wiha Buroyê diyar kir ku Rêber Ocalan careke din di hevdîtina bi malbatê re hêza xwe ya ji bo çareserkirina krîza siyasî ya li Tirkiye û Rojhilata Navîn dîsa destnîşan kir.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî hevdîtina malbatan a bi Rêber Ocalan û her 3 girtiyên din yên li greva Îmraliyê daxuyaniyek nivîskî da.

Buroyê diyar kir ku malbatan li Girava Îmraliyê hevdîtin bi Birêz Ocalan, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş re di 3’ê Adarê de pêk anîne.

Buroyê da zanîn ku di pêkanîna hevdîtinê de çalakiyên gelan yên ji bo wergirtina agahiyekê ji rêber Ocalan bandorek sereke di hevdîtinê de çêkir.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Malbatan di dema serdana Girava Îmraliyê de piştrast kirin ku şewat derketiye.

Her wiha ragihandin ku rewşa muwekîlên me bi giştî baş e û şewatê bandor li wan nekiriye.

Lê belê şêweyê tecrîda li girtîgeha Îmraliyê malbat û raya giştî timî xistiye nava fikaran.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Bi çalakî û berxwedanê serdanên ji bo Îmraliyê pêk tên

Buroyê careke din balkişand li ser tecrîda girankirî ya li Îmralî û wiha domand:

Hevdîtina malbatan û parêzeran yek ji mafên bingehîn ên girtiyan e, lê belê ev yek ti carî li girava Îmraliyê bi rengekî hiqûqî pêk nehatiye, weke amûrek ji bo şantajê û gefê hatiye bikaranîn.

Weke îro jî hate dîtin, ji sala 2011’an û vir ve tenê bi grevên birçîbûnê, şewatê û rewşên bi vî rengî yên awarte de hevdîtin pêk hatiye.

Ev rewş ji aliyê hiqûqî ve jî ji aliyê exlaqî ve jî nayê qebûlkirin.

Ocalan: Ji bo çareserkirina krîza heyî amade me

Di vê hevdîtinê de ku bi birayê xwe Birêz Mehmet Ocalan re kir, hêza xwe ya ji bo çareserkirina krîza siyasî ya li Tirkiye û Rojhilata Navîn careke din destnîşan kir.

Rêber Ocalan di hevdîtinê de carek din teqezî li ser sekna xwe ya 2019’an nîşan kir.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê careke din tecrîd bi bêhiquqiyê pênase kir û banga rabûna tecrîdê kir.

Back to top button