Ukrayna: F-16 dikare rewşa şer bide guhertin

Ukrayna bi soza ji welatên Rojavayî ya wergirtina balafirên F-16 bi hêvî ye.
Wezîrê Parastinê Reznikov got, F-16 dikarin rewşa şer biguherînin.

Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Oleksîy Reznîkov diyar kir ku balafirên şer ên F-16 ku hevalbendên rojavayî soz dane ku bidin Kîevê, dikare rewşa şerê li welat biguherîne.

Wezîrê Ukraynayê anî ziman ku ew bikaranîna F-16’ên Rojavayî di şer de weke “guhertina lîstika cidî” dibîne û got;

Ev yek wê bibe sedema nûbûneke girîng di şerê wan yê parastinê yê li dijî êrîşên Rûsyayê.

Li gorî nûçeya rojnameya Almanî Bild, Rasnikov pêşbînî dike ku F-16 ji bihara sala bê ve werin bikaranîn.

Hêviya Ukrayna ya karanîna F-16’an bo biharê ma

Reznikov ji çapemeniya Almanya re daxuyaniyek da.

Reznikov diyar kir ku xebatên binesaziyê yên li ser bikaranîna F-16’an hatine destpêkirin û pîlot, endezyar û teknîsyenên Ukraynayê di vê çarçoveyê de têne perwerdekirin.

Ev yek dibe ku 6 meh heta bêtir jî dirêj bike.

Wezîrê Ukraynî anî ziman ku ji ber vê sedemê ew difikire bikaranîna balafiran bo sala bê ma.

Piştî ku Waşîngtonê destûr da şandina balafirên F-16 bo Ukraynayê, çend welatên rojava ragihandin ku ew ê bi dehan balafirên şer ên Amerîkî bidin Kievê.

Ukrayna piştî êrişa Rûsya ya ji Sibata 2022’an ve ji welatên Rojavayî daxwaza balafirên F-16 dike.

Lê welatên Rojavayî ji tirsa ku ev pêngav wê şer gurtir bike, guhê xwe li vê daxwaza Kîevê girtibûn.

Rûsya: Moşekên Ukrayna li ser Deryaya Reş hatine pûçkirin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku moşeka krûzê ya Ukraynayê li ser Behra Reş hatiye pûçkirin.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de li ser bûyerê ev agahî parve kir:

Îro hewildaneke nû ya rejîma Kîevê ya êrîşa li ser navendeke xaka Rûsyayê hat pûçkirin.

Moşek ji aliyê pergala parastinê ya asmanî ve hatiye têkbirin.

Ukrayna: Hêzên me bi oparasyoneke taybet derbasî kirimê bû

Back to top button