Meclisa Reqayê ya Kombûna Jinan a Zenûbyayê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi xwepêşandanên xelkê Siwêdayê re nîşan da.
Daxuyanî bi beşdarbûna jinên Reqayê, endamên Yekitiya Jinên Ciwan, nûnerên partiyên siyasî û meclisên sivîl pêk hat.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku xwepêşandanên aştiyane encamên rewşa debarê ya aloz e û wiha hate gotin:
Gelê Sûriyê ji ber kuştin, koçberkirin û destwerdana dewletên derve gelek êş û azar kişand.”
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê bal kişand ser rewşa jinan a di 12 salên aloziya Sûriyê de û wiha anî ziman:
Jinan berdêlên gelekî giran dan.
Hatin kuştin, revandin û koçberkirin.
Em di wê baweriyê de ku çareserî bi rêya diyalogên sûriyayî yên aştiyane di destê sûriyeyan de ye.
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê bikaranîna tundiyê li dijî xwepêşanderan şermezar kir û bang li hikumeta Şamê kir ku biryarên navneteweyî bi cih bîne.