Wezareta Hecê ya Erebistana Si’ûdî: Wê deriyê Hecê tenê ji jimareke biçûk re vekirî be

Wezareta Hecê ya Erebistana Si’ûdî ragihand ku deriyên Hecê wê tenê li pêşberî jimareke biçûk vekirî be. Li gorî wezaretê, kesên ji regeznameyên cuda yên di hindirê Siûdiyê de jî dikarin tevlî rêûresmên Heca îsal bibin.

Wezaretê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ev biryar ji bo Hec li gorî mercên ewlehiya tenduristî û parastina ji vîrûsa coronayê, hat dayîn.

Rêxistina Hevkariya Îslamî û welatên Îmarat, Behrên, Misir û Pakistan, piştgirî da vê biryara Erebistana Si’ûdî.

Back to top button