Duh çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîşî Meclisa Leşkerî ya Mibicê li gundê Yaşilî yê Rojavayî bajêr kir.
Nûçeghanê me ragihand ku, navbera çeteyên artêşa Tirk a dagirker û şervanên Meclisa Leşkerî a Minbicê, pevçûnek bi çekên giran çêbû.
Lê derbarê encamên êrîşê de, ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
12’ê Hizîrênê jî, çeteyên dagirkeriya Tirk êrîşî nuqteyên Meclisa Leşkerî û hêzên hikumeta Şamê, li gundê Tuxar ê bakurê Rojhilatê Minbicê kiribûn.
Wê demê jî, şervanên Meclisa Leşkerî bersiva êrîşên çeteyan dan.