Şehîd Hevrîn Xelef li Siweydayê hat bibîranîn

Piştî piştgiriya Efrînê, îro xwepêşanderên Siweydayê nameyeke din di rûyê dagirkeriya Tirk de xist û wêneyên Siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef bilin kir
Xwepêşander dibêjin: Xwîna Hevrîn Xelef li Siwyedayê şîn dibe.
Ev dirûşmeya han di roja 8’an a xwepêşandanan de tê hildan û daxwaza hilweşîna rêjîmê tê kirin.
Her wekî heman daxwaz li Deraayê dubare dibe û her diçe cih li Hikûmeta Şamê teng dibe.

Xwîna Hevrîn Xelef li Siwêdayê şîn dibe.

Navê siyasetmedara Kurd ku bi destê komên çete yên dagirkeriya Tirk şehîd bûye di xwepêşandanên li Siwêdayê de tê hildan

Bi vê re, di çalakiyên li dijî Hikûmeta Şamê de, dijberiya dewleta Tirk û koma bi navê opozsyonê tê kirin.

Çimkî duh, name bo Efrînê şand û dirûşmeya dîrokî ya gelê Kurd, Berxwedan Jiyan e bilind kir.

Gireva li Siwêdayê di roja 8’an dewam dike

Li tenişta wê di roja 8’an ya girevê de, navenda Partiya Baesê bi hesin û agir hat girtin

Xwepêşandaran li qada El Kerama banga berdana girtiyan û hilweşandina rejîma El-Esed û guhertina siyasî kirin.

Beriya niha Pêkhateya Durzî daxwaza pêkanîna modêla Rêveberiya Xweser li herêmên xwe kiribû.

Li gorî wan, îroroj tekane riya çareseriya aloziya Sûriyê û xelasbûna ji zilmê, ev modêl e.

Li Derayê banga hilweşîna rêjîma Esed tê kirin

Ev dengê Siywedayê li Deraayê jî tê vedan û li wir jî heman daxwzên bidawîkirina desthilata El-Esed tê kirin.

Bi vê re, hewldanên hikûmeta Şamê yên xwedêgiravî xwe li ber çavê cîhanê serkeftî nîşan dida têk çûn.

Ev der bajarokê Dail ê Deraayê, bi hêrseke mezin gotinên zarokên wî bajarî yên sala 2011an tên dubarekirin.

Back to top button