Li Sûriyê bertekên gel yên li dijî aloziya aborî û siyaseta hikûmeta Şamê zêde dibin.
Li Siwêda û Derayê li dijî hikûmeta Şamê mêtingên gelêrî hebûn.
Şêniyan dîse banga pêkanîna biryara NY a 2254 kirin.
Bo şêniyên Efrîna dagirkirî
Her zeytûnek dê efrîniyekê bîne
Tu carî zeytûn bi dawî nabin
Berxwedan jiyan e
Ev nameya xwepêşanderên Siwyedayê bo Efrînê ye.
Çavdê vê dirûşmeya han wekî dijberiya li hemberî dagirkeriya Tirk û koma bi navê Opozsyona Sûriyê şîrove dike.
Nexasim ku ji çaxa xwepêşandanan dest pê kirine, aliyên navborî dixwazin wan ber bi xwe ve bikişînin û xwedêgiravî bi armancên xwe girê bidin.
Fermandarê Gişt yê QSD’ê Mezlûm Ebdî
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî piştgirî da van dirûşmeyên bi vî rengî û wekî hewldanekê bo bidawîkirina krîzê bi nav kir
“Dirûşmeyên niştîmanî ku li Siwyedayê tên hildan, zindîbûna gelê Sûrîyayê bo vegerandina nasnameya niştîmanî ya sûrî nîşan dide. Bidawîkirina dagirkerî û azaran pêdiviya bi gihandina çareseriyeke siyasî bo bidawîkirina krîzê piştrast dike”
Ev 8 roj in li bajarê Siweyda yê başûrê Sûrî xwepêşandan li dijî Hikûmeta Şamê tên lidarxistin.
Di serê daxwazên wan de, hilweşandina rejîmê û pêkanîna biryara 2254’an e.
Ev hêrs hêdî hêdî li gelek deverên din belav dibin û heta vê gavê, ji Deraayê, heta bi Heleb û çend deverên li peravên Sûriyê, dengê xwe hil didin.