Civîna Salane ya PYD’ê ya herêma firatê xebatên salekê hatin nîqaşkirin û plansaziyê sala nû hat diyarkirin

Rêxistina PYD’ê ya herêma Firatê civîna xwe ya salane li dar xist
Di civînê de rewşa siyasî, gefên derve yên li ser herêmê, êrişên dewleta Tirk hatin nîqaşkirin. 

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Kobanê Ferhan Kobanê rewşa siyasî nirxand û wiha got:

“Armanca me ya sereke ya îsal avakirina yekitiya kurdan e.”

Piştre rapora salane ya partiyê ji aliyê hate xwendin.

Di raporê de bandora rewşa siyasî û aborî li ser şêniyan hat diyarkirin û bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca tirsandina şêniyan û şerê taybet ku dimeşîne.

Her wiha îşaret bi rewşa rêxistinî ya partiyê hate kirin.

Li dawiyê plansaziya xebtên partiyê hate destnîşankirin ku ji wan:

-Avakirina projeyên aborî

-Serdan û civînên bi gel re werin zêdekirin.

-Ji bo vekirina akademiyan perwerdehiyê hewldan werin kirin.

– Ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kar were kirin.

-Avakirina şaneyên partiyê wê berdewam bike.

-Ji bo lidarxistina kongreya giştî ya partiyê ya 9’an a amadekarî werin kirin.

Back to top button