
Li gorî biryara Rêveberiya Xweser a derxistina malbatên ku dixwazin ji kampa Holê derkevin, 19 malbatên din ji kampê derketin.
Îro beşa 20`an a koçberan ku 19 malbatên ku jimara wan 65 kesan pêk têne ji kampê derket.
Ew koçber ji gund, bajarok û navçeyên kantona Hesekê ne.
Piştî tedbîrên pêwîst bi dawî bûn û belgeyên koçberan, nasname û cihên mayîna wan hatin piştrastkirin, rêveberiya kampê ew derxistin.
Kampa Holê ji mezintirîn kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi hezaran malbatên DAIŞ’î jî lê dimînin.