Yekitiya Êzidiyan ya Efrîn û Helebê konferansa xwe ya 5`an bi dirûşma “Êzidatî nasname, çand, dîrok û berxwedanî ye” li dar xist.
Konferans li hola Mîtan a navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê hat lidarxistin.
Di konferansê de hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso axivî û êrişên li ser herêmê şermezarkir.
Hiso balkişand ser tecrîda li dijî Rêber Apo jî û ev tişt got:
“Ev tecrîda li dijî Rêber Apo hatiye ferzkirin, da ku çareserî neyê dîtin ji ber ku kilîta çareseriyê li Îmrraliyê ye.
Ji bo şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşîn û berxwedana xwe mezintir bikin.”
Piştre perspeketîfên Rêber Apo, rapora kar û xebatên 2 salan hatin xwendin û li ser xebatên yekitiyê sinevzyon hate pêşandan.
Beşdaran rêziknameya yekitiyê nîqaş kir û bi giştî erê kir.
Di konferansê de Silêman Cafer, Meryem Cindo ji bo hevserokatiya yekitiyê hatin hilbijartin û 8 komîte hatin avakirin.
Kesên hatin hilbijartin sond xwarin ku erkên xwe bînin cih û berdewam bikin.
Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû.