Gerîlayên HPG’ê li Bestayê li dijî leşkerên dewleta Tirk a dagirker çalakiyek pêk anîn.
Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarê çalakiya Bestayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate parvekirin:
Di 27’ê Tîrmehê de gerîlla di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li qada Eyşedinkê ya Bestaya Şirnexê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sûîkastê li dar xistin.
Di encama vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.