Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê der barê hedefgirtina motorsîklêtekê li Kobanê ji aliyê balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker ve ku di encamê de 3 welatî birîndar bûn, daxuyaniyek da.
Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de ev tişt got:
“Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin, ku bi vê yekê siyaseta şer û peydakirina tevliheviyê li herêmê dide meşandin.
Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî bêserûber hem bejahî û hem jî hewayî li dijî herêmên me êrişên pir dijwar pên tîne.
Her wiha di van êrişan de gelek welatiyên me şehîd û birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya van kiryaran herêmê ji şêniyan vala bike û DAIŞ’ê vejîne.
Rêveberiya Xweser bang li civata navneteweyî di serî de Amerîka û Rûsya kir ku binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî ewlehiya herêmê û yên ku terorê vedijînin, rawestînin.