Li heremê êrişên li dijî şaneyên DAIŞ’ê didome
QSD’ê ragihand ku hêzên wan li bajarokê Deşîşe yê dikeve başûrê Hesekê serçeteyek DAIŞ’ê girt.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê ragihan ku hêzên wan ê taybet bi alîkariya hewayî ya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî serçeteyekî DAIŞ’ê û şaneyeke terorîst a DAIŞ`ê û kesek gumbar ê pê re, girtine.
QSD’ê da zanîn ku serçeteyê DAIŞ’ê ku hatiye girtin berpirsê êrişên terorîst ên li dijî hêzên leşkerî, ewlehî û sivîlan e û li ser ewlehiya herêmê xetere ye.
Her wiha diyar kir ku veguhastina şaneyên terorîst hêsan dikir û berpirsê tevgera wan şaneyan li başûrê Hesekê û bakurê Dêrazorê ye.
QSD’ê diyarkir ku di operasyonê de, çek, amûrên tekenolojî, belgeyên ku têkiliyên wî bi DAIŞ’ê re îsbat dikin, hatine desteserkirin.