Bav nehişt lê tevgera azadiyê xewna wê pêk anî

“Xewna min a ku te nehişt ez bi dest bixim, tevgera azadiya Kurdistanê ji min re pêk anî” jineke Kurd a 60 salî bi van gotinan, bavê xwe muxteb girt.
Jina 60 salî keveşopiyên civakî derbas kirin û xewna xwe ya fêrbûnê pêk anî.

Emîra Ebdo, ji ber kevneşoiyên berê neçû dibistanê û ji fêrbûnê bê par ma.

Bav û birayê wê bi hinceta wan urf û adetan, nehiştin ku Emîra di 6 saliya xwe de biçe dibistanê.

Emra heta salên 90`î yên sedsala borî bê xwendin ma. Lê dema serdana cîranekê dike, li wir têkoşerên tevgera azadiya Kurdistanê nas dike.

Pê re rêwîtiya fêrbûnê bi zimanê Kurdî dest pê dike.

Dema Emîra 30 salî bû xewna wê pêk hat û tevî 9 jinên din alfabeya kurdî fêr dibe.

Emîra piştrast kir ku wê dersên zimanê Kurdî dan 30 zarokan, 4 ji wan niha şervanên tevgera azadiya Kurdistanê ne.

Piştî Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an a Rojava Emîra Ebdo di komîteyeke lihevanînê ya Kongra Star a Qamişlo de cih girt.

Emîra niha dayika 3 keç û 4 xortan e.

Back to top button