Operasyona hêzên Îranê ya li herêma Kosalan dewam dike

Operasyona ku hêzên Îranê li Herêma Kosalan dayî destpêkirin dewam dike.
Duh Îranê bi dijwarî herêmê da ber topan.
Hate ragihandin Basîciyek ango sîxûrek hatiye kuştin.

Fermandariya YRK’ê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku di 13’ê Hezîranê de hêzên Îranê li Herêma Koselanê operasyonek dane destpêkirin.

Hate ragihandin operasyon bi dijwarî dewam dike.

Hêzên Îranê herêma Kosalan bi dijwarî dan ber topan

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin duh herêma Koselanê ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye topbaran kirin.

Gorî heman agahiyan duh gelek welatiyên çûbûn seyranê jî li wan herêman ji topbaranê bandorbûne.

Tê gotin hêzên Îranê bê ku hişyariyê bidin wan herêman dane ber topban.

Li gorî aghaiyan û malperên fermî yên dewletê jî piştrastkirî, îro di şerê di navbera gerîlayên YRK’ê û hêzên Îranê de, Basîciyek bi navê Rizgar Tebîre hatiye kuştin.

Tê gotin kesê hatî kuştin, tevî birayê xwe bi domdarî karê sîxurtiyê dikir.

YRK: Hêzên Îran li herema Koselan êrişî hêzên me kirin

Back to top button