Encama Komxebata 100 saliya Lozanê: Yekîtî û stratejiyek hevpar a netewî

Komxebata 100 Salî ya Lozanê bi encamnameyêkê bi dawî bû.
Di encamnameyê de li ser parastina destkeftiyên her çar parçeyên Kurdistanê bal hate kişandin û hate gotin:
Li ser esasê yekîtî û stratejiyeke hevpar a netewî kar bikin ku bikarin dawî Peymana Lozanê bînin.

Komxebata bi pêşengtiya Nûnertiya KNK ya Başûr a li ser 100 saliya Lozanê û çarenûsa Kurdan bi encamnemeyekê dawî bû.

Encamname ji aliyê Endamê KNK’ê Şorko Heme Emîn ve hate xwendin.

Emîn li ser navê Nûnertiya KNK’ê ya Başûrê Kurdistanê di serî de spasiya hemû mêvan û beşdarvanan kir.

Di encamnameya Komxebata 100 Salî ya Lozanê de bal hate kişandina ser parastina destkeftiyên heyî.

Her wiha li ser esasê yekîtî û stratejiyeke hevpar a netewî meşandina xebat û dawî li anîna Peymana Lozanê.

Li gorî encamnameyê xalên derketine pêş wiha ne

  • Yekbûna Navxweyî, danîna stratejiyek hevpar a netewî
  • Dîplomasiyeke Kurdî û Netewî ya li derve
  • Parastina serweriya her çar parçeyên Kurdistanê
  • Têkoşîna hevpar ya li dijî hişmendî û planên dagirkeran
  • Rêzgirtina ji bo biryarên karûbarên hemû parçeyan
  • Çareserkirina doza Kurd a bi rêya aştiyê li Kurdistanê
Back to top button