HPG: Hevrê Xemgîn Serhed û Bahoz Farqîn li Amedê şehîd bûn

Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku di şerê 8’ê Hezîranê ya li Licêya Amedê de yek ji fermandarên gerîlayan Xemgîn Serhed û Bahoz Farqîn şehîd bûne.
HPG’ê ji malbatên hêja yên şehîdan û hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuyaniyekî nasnameya du gêrîlayên ku di 8’ê Hezîrana 2023’an şerhîd eşkere kir.

HPG’ê ragihand li navçeya Licê ya Amedê di navbera artêşa Tirk a dagirker û hêzên Gêrîla de şerên dijwar qewimîn û got:

“Di van pevçûnan de yek ji fermandarên me yê fedaî Xemgîn Serhed û hevrê Bahoz Farqîn şehîd bûn.”

HPG’ê diyar kir ku şehîd Xemgîn xwedî bingeheke xurt a bîrdozî bû û wiha got:

“Di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya 23 salan de di gelek qadan gerîlatî kir.

Bi xweseriya xwe bûye yek ji fermandarên pêşeng ên Gerîlaya Modernîteya Demokratîk.

Hevrê Xemgîn bûye yek ji mînakên herî berbiçav ên milîtaniya xweparastinê û fermandariya Apoyî.”

Têkîldarî têkoşeriya şerhîd Bahoz jî HPG’ê ev tişt parvekir:

“Bi fedakariya têkoşînê û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin di demeke kin de di nava refên gerîla de serkeftinên mezin bi dest xist.

Bi cesaret û dilsoziya xwe ya ji bo nirxan re bû milîtanekî ku hemû ciwanên Kurd wê ji xwe re mînak bigirin.”

HPG’ê di dawî de ji malbatên hêja yên şehîdan û hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê nasnameya gêrîlayên şehîd wiha ne:

Nasnav: Xemgîn Serhed
Nav û paşnav: Samî Ozdemîr
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Navê Dê: Sûltan
Navê Bav: Mehmet
Dîrok û cihê şehadetê: 8’ê Hezîrana 2023’an / Amed

Nasnav: Bahoz Farqîn
Nav û paşnav: Umît Korkmaz
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê Dê: Cahîde
Navê Bav: Hîkmet
Dîrok û cihê şehadetê: 8’ê Hezîrana 2023’an / Amed

Back to top button