QSD: Kesên ku pîvanên me binpêkirin hatin girtin

QSD’ê ragihand kesên ku li gorî pîvananên wan tevnegeriyane û ew binpê kirine girtine û derbarê wan de lêpîrsîn vekirine.

Fermandariya Giştî ya QSD’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û wiha got,

“Di rojên dawî de li ser malperên medyaya civakî dîmenek belav bû ku li Dêrazorê îşkence û heqaret li kesekî tê kirin.

Me ev dîmen şopand da ku em rastiya wê zelal bikin û me lêpirsîn vekir. Di encamê de me kesên ku tevlî vê bûyerê bûne, girtin û di cih de me ew xistin ber lêpîrsînê.

Weke Hêzên Sûriya Demokratîk kesên ku li gorî pîvanên azadî û exlaqî yên hêzên me tevnegerin, wê cihê wan di nava refên QSD’ê de nebe û dê hesab ji wan bê pirsîn.

Çawa ku me ji bo ewlehî û rûmeta gelê xwe li dijî DAIŞ û dagirkeran şer û têkoşîn kir ew parastin, em ê li dijî kesên xwedî van tevgerên şexsî yên neexlaqî jî têkoşîna xwe bidomînin.”

Back to top button