Şerê li herêmên Zap û Xakûrkê

Gerîlla li herêmên Zap û Xakûrkê li hêzên artêşa Tirk dan.
Di çalakiyan de 6 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encama şer û çalakiyên li Herêmên Parastinê yên Medyayê eşkere kir.

Li gorî vê,

6’ê Cotmehê li herêma Zapê, hêzên dagirker xwestin nêzî çeperên qada Şehîd Serxwebûn bibin.

Gerîlla li wan da û di encamê de leşkerek hate kuştin.

HPG: Di çalakiyên Gerîlla de 6 leşker hatin kuştin

Heman rojê li qada Sîda jî hêzên artêşa Tirk xwestin bi çekên qedexekirî êrişî devera Şehîd Agir bikin.

Gerîlla pêşî li wan girt û li vir jî 2 leşkerên din hatin kuştin.

Li Qada Saca jî di çalakiya sekvaniyê de, leşkere hat kuştin, 1 jî birîndar bû.

Li herêma Xakûrkê jî 6’ê Cotmehê li Girê Şehîd Derwêş, gerîllayên jin bi çekên giran li hêzên artêşa Tirk dan.

Heman rojê li Girê Şehîd Şahan jî dagirker bûn armanca çalakiya gerîlla.

Di encamê de 2 leşker hatin kuştin.

Têkildarî êrişên artêşa Tirk yên 6’ê Cotmehê jî Navenda Ragihandinê ya HPG’ê ev agahî dan:

Artêşa dagirker 23 caran bi çekên qedexekirî,

8 caran bi balafirên şer

Û 59 caran jî bi helîkopteran qadên gerîlla bombardiman kirin.

Back to top button