Ebdulrehman El-Reşîd: QSD’ê ji bo yekîtiya Sûriyê şer dike û hêzeke niştîmaniye

Rûspiyê êla Cewala şêx Ebdulrehman El-Reşîd diyar kir ku QSD’ê bi hêza keç û xurtên herêmê karî terora DAIŞ’ê rizgar kir û got, QSD’ê hêzeke netewî ye.

Rûspiyê êla Cewala teqez kir ku QSD’ê ji bo yekîtiya xaka Sûrî şer dike û dûrî taîfî, ol û netewî ye.

El-Reşîd îşaret bi hesasiya pêvajoya heyî jî kir û balkişand ser girîngiya yekîtiya tevahiya pêkhateyên herêmê.

Hebûna hêzên biyanî li vir binpêkirina serweriya Sûriyê ye.

Serweriya Sûriyê bi hevgirtina pêkhateyan wê were parastin.

El-Reşîd giyanê neteweyî yê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Kurd, Ereb û Suryan silav kir û ev tişt anî ziman:

Em li dijî hisekî taîfî, olî û netewî ne. Me li vir tevnek xurt ava kiriye. Em bi niştmaniya xwe serfiraz in.

Ebdulrehman El-Reşîd:
Divê rêjîma Sûrî destekê bide hêzên QSD’ê ne ku parçe bike

Girêdayî encamên serdana Elî Memlûk ji rûspiyan re jî Şêx Ebdulrehman El-Reşîd wiha got:

Ew me weke sembolîk dibînin, lê rola rastîn a rûspiyên êlan û şaxên wê ne.

Divê rejîma Sûriyê desteka QSD’ê bike.

Ne ku hewl bide wê parçe bike û fîtneyan di nava gel çêke.

Leave a Reply

Back to top button