Dibistan – Til Temir tevî êrîşan jî xwendekar dest bi perwerdeya xwe kirina

Şagirtên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî jî yên li herêmên ku êrîşên dagirkeriyê li serin di nava tirsê de perwerdeya xwe dibînin.
Li dibistanên Til Temir ku hîn êrîş li dijî wê dewam dikin dibistan hatin vekirin û şargirtan dest bi perwerdeyê kirin.
Tevî ku zarok li dibistanê perwerdeya xwe dibînin lê ji ber nebûna hin hevalên wan xemgînin.
Mamoste jî hewil didin ku dêrûniya zarokan vegerînin beriya êrîşa 9’ê Cotmehê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundewarên Til-Temir dewam dikin.

Di bin wan êrîşan de şagirt berê xwe didin dibistanan.

Li navçe û gundewarên Til Temirê 126 dibistan hene.

Ji ber bicihbûna koçberan li gelek dibistanan, xwendin di wan de nehatiye destpê kirin.

Dibistana Meyselûn ya navçeya Til Temirê bi 102 şagirtan re dest bi perwerdeyê kirin.

Yek ji şagirtên dibistanê Maya Ferhan şagirtek pola 4’ê ye û dixwaze bibe mamosteyê zimanê Kurdî.

Di çavê şagirtan de xuya dike ku ev xwendin ne wek xwendina berê ye, ew ken ne kenê aramiyê ye.

Mamosteyên dibistanê hewil didin ku rewşa şagirtan vegerînin dema aramiyê û derûniya wan baş bikin.

Mamosteya zimanê Kurdî Cîhan Yûnis diyar kir ku ew hewl didin dêrûniya zarokan baştir bikin.

Ev yek jî bi rêya werzîş, çand û hunerê re pêk tê da ku wan keyfxweş bikin û ji dêrûniya dagirkeriyê dûr bixin.

Leave a Reply

Back to top button