“Ji dijminahiya sondxwarî ber bi dostaniyê ve”

Ji dijmanihiyeke sondxwarî ber bi dostaniyeke sexte ve.
Ji soza cezakirinê ber bi daxwaza hevdîtinê ve.
Siyaseta ku îro şefê rêjîma Tirk Erdogan li hemberî Sûrî û hukûmeta wê dimeşîne ev e.
Û yekane armanca vê yekê jî astengkirina mafê gelê Kurd e.

5’ê Gulana sala 2012..

Piştî destpêka aloziya Sûrî bi salekê, şefê rêjîma Tirk Erdogan wê demê niyeta xwe a dagirkirinê bi van gotinan eşkere kir:

Em ê li Mizgefta Emewî, nimêja xwe bikin.

5’ê Gulana 2013’an jî serokê Sûrî weke kujer ragihand û got;

Ey Beşar Esed, wellehî tûyî hesabê kujeriya xwe li pêşberî cîhanê bidî.

Erdogan ê xwediyê van gotinan, ji bo xewna xwe a dagirkeriyê bicih bîne rê da ku ji her devera cîhanê komên çete derbasî nava Sûrî bibin.

Rê li ber DAIŞ’ê vekir da ku xwe li nava Tirkiyê birêxistin bike.

Erdogan bi ketina sala 2015’an re êdî hêviya xwe bi DAIŞ’ê ve girêda.

“Dema mijar tinekirina gelê Kurd be”

Bi taybet jî di mijara êrişa li hebûna gelê Kurd de.

Ji ber vê çendê hê di rojên pêşî yên êrişa Cotmeha 2015’an, Erdogan niyeta xwe bi van gotinan da der:

Kobanê, hat ket ha wê bikeve.

Lê dema ku dît Kurd bi têkoşîna xwe dawî li hebûna DAIŞ’ê tînin, vê carê dest bi tevgerên dagirkeriyê kir.

2018 Efrîn,

Û 2019 jî Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin.

Tevî van êrişên giran jî Kurd û gelên din ên herêmê dest ji têkoşîna xwe bernedan.

Her wiha giranî dan wê yekê ku aloziyên heyî li gel rêveberiya Şamê çareser bikin.

Di wexteke wiha de Erdogan gefa êrişeke nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî xwar.

Ji xwe rayedarên wî eşkere gotin, armanca wan ji êrişan astengkirina statuya Kurdan e.

Erdogan: Ez amade me li gel Beşar hevdîtinê pêk bînim

Erdogan û rêjîma wî herî dawî ji bo Kurd li Sûrî nebin xwedî maf ketin pey hewldana lihevkirina bi Beşar Esad re.

Piştî lixwe mukirhatinên wezîrê karê derve Mevlût Çavûşoglu û hevdîtinên şefê MÎT’ê Hakan Fîdan li Şamê,

Doh serok-komarê Tirk Erdogan li paytexta Çekya Pragê eşkere kir ew dikarin li gel serokê Sûrî hevdîtinê pêk bîne.

Back to top button