Neteweyên Yekbûyî: Tirkiye leşkerên zarok şandin Lîbyayê

Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bi raporekê ragihand ku dewleta Tirk ‘leşkerên zarok’ şandine Lîbyayê.

Komîsyona Hevdana Daneyan a Lîbyayê ya Konseya Mafên Mirovan rapora xwe ya li ser binpêkirina mafên mirovan a ji sala 2016’an û vir ve eşkere kir.

Li gorî rapora ku li ser malpera BBC hat weşandin, di şerê navxweyî yê Lîbyayê de Tirkiyeyê ‘leşkerên zarok’ bi kar anîne.

Di raporê de hate ragihandin ku Tirkiyeyê peymanên navneteweyî binpê kiriye û hate ragihandin ku di êrişên ku sivîl tê de hatin kuştin, balafirên bêmirov ên Tirkiyê hatine bikaranîn.

Di raporê de hat destnîşankirin ku li gorî dane û belgeyên hatine bidestxistin, Tirkiyeyê çete ji Sûriyeyê derbasî Lîbyayê kirine û dane şerkirin.

Back to top button