Piştî têkçûna li Qerebaxê zoriyên li pêşiya Ermenîstanê

Piştî têkçûna li herêma Qerebax a Çiyayî, li pêşiya Êrîvan rojên zehmet xuya dike.
Ermenîstan bi krîza aborî û siyasî re rûbirû maye.
Ermenîstan ji Rûsya û Rûsya ji Ermenîstanê ji rewşa heyî tewambar dike.
Ya diyar li pêşiya Êrîvanê rojên zehmet xuya dike.

Ermenistana ku piştî Qerebaxa Çiya ket bin kontrola Azerbeycanê rastî pêla penaberan hat.

Li aliyekê ji bo bi deh hezaran koçberên ku malên xwe terikandin û xwe spartin welatê, li aliyê din jî nerazîbûna gel a li dijî rêveberiyê zêde bû.

Pîvaneke din a krîzê jî têkçûna têkiliyên hikûmeta Serokwezîr Nîkol Paşînyan bi Rûsyayê re ye ku li herêmê rola garantorê dilîze ye.

Ermenîstan bi zoriyên siyasî û aborî re rûbirû ye

Xwepêşanderên ku hema hema her roj kolanên paytext Erîvanê dadigirin, daxwaza jikaravêtina serokwezîr dikin.

Xwepêşander Serokwezîr Nîkol Paşînyan bi wê yekê tawanbar dikin ku ew Qerebaxê naparêze.

Ermeniyên etnîkî yên Qerebaxê jî piştgirî didin xwepêşandanê.

Ppisporê Kafkasyayê li Chatham House, Laurence Broers dibêje:

“Li hember Nikol Paşinyan hêrs û bêhêvîbûnek pir mezin heye.”

Divê hikumeta Paşînyan ku di warê aborî de tengav dibe, bi lez xanî, lênerîna bijîşkî û kar peyda bike.

Tevî ku diyasporaya Ermenîstanê soza alîkariyê daye jî, lê ev rewş ji bo welatê ku li bejahiyê ye, pirsgirêkên mezin ên aborî û lojîstîkî derdixe holê.

Çavdêr dibêjin ku xwenîşandan û nerazîbûnên li welat nîşana dîroka rijandina xwînê ye.

Thomas de Waal, xebatkarekî payebilind ê navenda ramanê ya Carnegie Europe dibêje:

“Di çanda ermenî de celebek kevneşopiya kuştina siyasî heye.”

Paşînyan ji Rûsyayê ‘bihêrs’ e..Rûsya ji paşînyan ‘bihêrs’ e

Çavdêrên mîna De Waal hemfikirin ku Paşînyan hewl dide vê ‘hêrsê’ li dijî xwe ber bi Moskowê ve bikşîne.

Moskova ku serweriya Azerbeycanê ya li ser herêmê qebûl dike, Ermenîstanê bi wê yekê sûcdar dike ku bi ziyan dayîna rûyê xwe ber bi Rojava ve têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re xera dike.

Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê got,

“Em helwesta nelihev a rêveberiya Ermenîstanê ya ku di siyasetê de ji hev dûrketiye û li şûna ku bi Rûsya û Azerbeycanê re ji nêz ve bixebite, ji Rojava dixwaze, rexne dikin.”

Ji sedî 70 Ermeniyên li Qerebaxa Çiyayî koçber bûn

Back to top button