Serokkomarê Iraqê Ebdul Letîf Reşîd got, ew hemû binpêkirinên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê ku sivîlan hedef digre red dikin.
Serokkomarê Iraqê Ebdul Letîf Reşîd di hevpeyvînek li gel kanala El Erebiye de behsa êriş û binpêkirinên dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê kir.
Ebdul Letîf Reşîd diyarkir ku ew hemû binpêkirinên û êrişên dewleta Tirk red dikin û wiha got:
“Divê Tirkiye rewşa Iraqê li ber çav bigre. Binpêkirinên Tirkiye dibe sedema kuştina sivîlan.”
Her wiha Serokkomarê Iraqê êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kir û bal kişande li ser baregehên wê yên leşkerî li nav xaka Iraqê.
Serokkomarê Iraqê: Baregehên dewleta Tirk nayên qebûlkirin
Ebdul Letîf Reşîd diyarkir ku ew hebûna baregehên leşkerî yên dewleta Tirk qebûl nakin û got,
Ew hewl didin ji bo gihiştina çareseriya pirsgirêkan li gel dewleta Tirk bigihin lihevkirinekê.
Letîf Reşîd ji Tirkiyê xwest ku rêzê li serweriya Iraqê bigre û hebûna baregehên leşkerî bidawî bike.