Naîf Şemo: Yên destê wan di xwîna Êzidiyan de hene, em ser axa xwe qebûl nakin

Hevserokê Meclîsa Xweser a Demokratîk ya Şengalê Naîf Şemo li ser bûyerên vegerandina malbatên DAIŞ’ê ên ku destê wan di xwîna Êzidiyan de heye diyar kir ku ew ti carî ne li dijî vegera Şîa, Sunne, Mesihî yên Şengalê ne, lê malbatên ku destê wan ketiye nav xwîna Êzidiyan efû nakin.
Li aliyê din Berdevka Fraksiyona PDK’ê li xwe mikur hat ku nûçeya medya PDK’ê ya derbarê şewitandina Mizgefta Rehman de derewand.

Iraq hewil dide malbatên ku di dema fermana 2014’an de bi DAIŞ’ê re tevgeriyane û destê wan di xwîna civaka Êzidî de heye vegerînin Şengalê.

Ev biryar û hewildanên Iraqê rastî nerazîbûna hişk yên civaka Êzidî hat.

Gelê Êzidî duh daketin qadan, li hemberî wan kesan çalakî lidarxistin û biryara Îranqê pirotesto kirin.

Têkîldarî vê mijarê Hevserokê Meclîsa Xweser a Demokratîk ya Şengalê Naîf Şemo ji Rojnews’ê re axivî.

Naîf Şemo diyar kir ku ew ne li dijî vegera civakên Şengalê yên Şie, Sunne yan Mesîhî ne û wiha got:

“Ji kîjan netew û baweriyan bin, divê vegerin ser axa xwe, lê belê yên ku destê wan ketiye nav xwîna Êzidiyan em qebûl nakin cardin vegerin Şengalê.”

Şemo: Divê lêpirsîn û darizandin li hemberî wan kesan werin lidarxistin

Hevserokê Meclîsa Xweser a Demokratîk ya Şengalê Naîf Şemo her wiha destnîşan kir ku ji ber siyaseta hikûmeta Iraq li dijî Êzidiyan bawerî li hemberî Iraqê tê şikandin.

Lewma divê Iraq guh bide civaka Êzidî, lêpirsîn û darizandin li hemberî wan kesan werin lidarxistin.

Derewên medya PDK’ê

Li aliyê din di de dema xwepêşandana Êzidiyan de, Medya PDK’ê nûçeya êrişkirina ser Mizgefta Rehman û şewitandina wê belav kir.

Piştî çend saetan welatiyên Şengalê nûçe derewand.

Derket ku ew wêneyên ku Medya PDK’ê parvekirye yên sala 2016’an in ku wê demê DAIŞ’ê mizgeft şewitandibû.

Viyan Dexîl nûçeyên PDK’ê yên ser şewitandina mizgefta Şengalê red kir

Berdevka Fraksiyona PDK’ê ya li Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl jî têkîldarî mijarê daxuyaniyek da û nûçeya ragihandina PDK’ê a şewitandina mizgeftê derewand û got:

“Piştî sala 2015, di çarçoveya rizgarkirina Şengalê de, kesê dest li vê mizgeftê neda û mizgeft di nava projeya nûjenkirinê de bû.”

“Vegera Şengalê ya beriya bûyerên havîna 2014’an nayê qebûlkirin”

Back to top button