“Vegera Şengalê ya beriya bûyerên havîna 2014’an nayê qebûlkirin”

Duh Hêzên Emin-El Wetenî û Artêşa Iraqê beşek malbatên ji pêkhateya Erebên Sûnene ku beriya fermanê li Şengalêbûn vegerandine Şengalê.

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê daxuyaniyek da û ev tişt got:

“Hikûmeta Iraqê di nava lez û bezekê de ye ku li gel hevkar û alîgirên rêxistina terorê DAIŞ’ê, bê ku qurbaniyên rêxistina terorê berçav bigire, hevpeymanek çêbike.

Ji ber vê siyaseta şaş e ku karesat û êş li Şengalê hatiye hiştin û îro ji aliyê hêzên Emnî yên Şengalê ve tê meşandin.

Vegera Şengalê ya beriya bûyerên havîna 2014’an nayê qebûlkirin.”

Rêveberiya Xweser daxwaznameyek pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî kir.

Hin xalên daxwaznameyê wiha ne:

Vegerandina kesûkarên qurbaniyan li Şengalê û rawestandina vegerandina malbatên girêdayî çeteyên DAIŞ’ê.

Mafên ew hêzên ku dijî DAIŞ’ê şer kirîn û Şengalê wek beşek ji axa Iraqê parastîn, werin dabînkirin.

Berpirsên ketina Şengalê ya destê DAIŞ’ê de, werin lêpirsîn.

Naskirina Encûmena Rêveberiya Xweser a Şengalê ku li gorî destûra Iraqê mafekî rewa ye.

Back to top button