Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo nîqaşkirina reşnivîsa wê civînên xwe bi gel û saziyan re dewam dike. Bi vê armancê hevdîtinek li Meclisa Navçeya Til Hemîsê hate kirin.
Piştî ku Komîteya Sazimankar a Hevpeymana Civakî qonaxa pêşî ya xebatên xwe temam kirin, naveroka wê pêşkêşî beşên Bakur û Rojhilatê Sûrî dike.
Bi vê armancê rêzecivîn têne lidarxistin.
Li Herêma Til Hemîsê endamên komîtê li gel meclisa navçê kom bûn.
Di civînê de hemû bendên reşnivîsa hevpymanê hatin xwendin û nîqaşkirin.
Her wiha nerîn û pêşniyarên kesên amade der barê hevpeymanê de jî hatin wergirtin.