Koreya Bakur moşekek “navparzemînî” ceriband

Piştî gefxwarinên navbera Koreya Bakur û DYA, Pyongyangê moşekek navparzemînî ceriband. Ev yek piştî îdiayên wê yên balafirên sixwurî yên Amerîka li ser asîmanên wan digerin pêk hat.

Rêveberên Koreya Başûr û Japonî ragihandin ku Koreya Bakur moşekek balîstîk a navparzemînî ceribandiye.

Moşeka îro saetên siharê hatî avêtin, piştî saetekê li hewayê mayî li Derya Japonyayê ket.

Piştî îdiayên balafirên sixuriyê yên Amerîka li asîmanên Koreya Bakur difirin, rêveberiya Pyongyangê gef xwaribû.

Rêveberiya Pyongyangê di destpêka hefteyê de gotibû, ew ê van balafiran bidin ber guleyan.

Waşîngton sûcdariyên sîxuriyê li ser firînên Koreya Bakur red dike û dibêje dewriyên wê li gorî yasayên navneteweyî tevdigerin.

Ji ber ceribandinên zêde yên Koreya Bakur ku ji despêka salê ve pêk tînin, fikarên li ser ewlekariyê welatên din zêde bûye.

Di sala 2022’an de, rêveberiya Pyongyang hejmareke rekor a ceribandinên mûşekan pêk anî.

Hinek ji van moşekan dikarin bigihêjin axa DYA.

Li hember vê yekê, Amerîka û Koreya Başûr tetbîqatên xwe yên leşkerî yên hevbeş li derdora nîvgiravê zêde kirin.

Koreya Bakur daxuyand ku moşeka nû ya balîstîk a navparzemînî ya ku wê di meha Nîsanê de ceriband moşeka “herî bihêz” bû.

Li aliyekî din Koreya Bakur di meha Gulanê de hewl da ku satelaytek sîxuriyê biavêje, lê bi ser neket.

Têkildarî moşeka nû de agahî û bertek

Rayedarên DYA û Koreya Başûr piştî avêtina moşekê li hev civiyan û daxuyaniyek dan.

Rayedaran careke din teqez kirin ku parastina hevpar “bihêz” kirine.

Serokê Koreya Başûr Yoon Suk-yeol, yê ji bo temaşekirina lûtkeya NATOyê li Lîtvanyayê bû, ji wir jî bi lezgînî civata ewlekariya netewî ya welatê xwe kom kir.

Moşekên navparzemînî, yên dikarin serikên nukleerî jî hilgirin, ji ber ku dikarin bigihîjin armancên dûr fikaran çê dikin.

Back to top button